Îran devera Sîdekanê dide ber topan

Navenda Nûçeyan (K24) – Zozanên Berbizîn û şeş gundên geliyê Zerê yên nahiya Sîdekanê li parêzgeha Hewlêrê, ji aliyê Îranê ve hatin topbarankirin.

Li gorî zanyariyan, îro 11 roj in bi berdewamî zozanên Berbizîn û gundên ser bi Nahiya Sîdekanê, ji aliyê topxaneya Îranê ve tên topbarankirin.

Her wiha Supaya Pasdarên Îranê roja 28ê Îlona borî bi riya 73 mûşekan û bi dehan dronan êrîşî çend navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê kir û di encamê de 18 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.