Mesrûr Barzanî ligel Balyozê Rûsya li Iraqê civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Cotmeha 2022an pêşwazî li Balyozê Rûsya li Iraqê Elbrus Kutrashev û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê rewşa giştî ya Iraqê û navçeyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de hatin kirin.

Beşeke din a civînê, taybet bû bi çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser binemaya destûrê.

Civîna Serokwezîr Mesrûr û Balyozê Rûsyayê