Rûsya êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike

Nûnerê Rûsyayê yê li Encûmena Asayîşa Navdewletî êrîşên Supaya Pasdaran a Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir.

Hewlêr (K24) – Nûnerê Rûsyayê yê li Encûmena Asayîşa Navdewletî êrîşên Supaya Pasdaran a Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir.

Îro sêşemê 4ê Cotmeha 2022yan, di civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî ya li ser rewşa Iraqê de, Nûnerê Rûsyayê êrîşên van demên dawî yên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir.

Nûnerê Rûsyayê destnîşan kir, ew êrîş binpêkirina serweriya Iraqê ye.

Herwiha derbarê rewşa Iraqê de Nûnerê Rûsyayê li Encûmena Asayîşa Navdewletî ji aliyên siyasî yên Iraqê daxwaz kir, bi rêya gotûbêjan kêşeyên xwe çareser bikin û yek bibin ji bo rêlibergirtina gefa terorê ya li ser welatê xwe.

Supaya Pasdaran a Îranê roja 28ê Îlona borî bi riya 73 mûşekan û bi dehan dronan êrîşî çend navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê kiribû û di encamê de 18 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.