Çend gundên Pênciwên bi dronan hatin bombebarankirin

Gundên Zerdkaw, Beyane, Koşkawe û Renêne, ji aliyê dronan ve hatin bombebarankirin.

Hewlêr (K24) – Çend gundên li sînorê bajarokê Pênciwên yê ser bi parêzgeha Silêmaniyê bi firokeyên bêfirokevan hatin bombebarankirin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, gundên Zerdkaw, Beyane, Koşkawe û Renêne, ji aliyê dronan ve hatin bombebarankirin.

Ev bombebaran piştî wê yekê tê, ku îro li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê jinek bi guleyan hat kuştin, PKKê jî ragihand, ew endameke wan e.

Herwiha îro dronekê otomobîlek li qezaya Şarbajêr a li parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kir, Dije Terora Kurdistanê ragihand, di êrîşê de du çekdarên PKKê hatine kuştin.