Nêrîna jinên siyasetmedar ên Kurd li ser çareseriya pirsa Kurd

Jinên Kurd ên di nava partiyên opozîsyonê de dibêjin; dema ku ew xebatên hilbijartinê birêve dibin, welatî ji wan dixwazin ku pirsgirêka kurd û pirsgirêkên abûrî çareser bikin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Ji bo ku di hilbijartinên 2023an de bi ser bikevin hemû partiyên siyasî bi hemû qadroyên xwe ve derketine kûçe û kolanan û dixebitin. Jinên kurd ên di nava partiyên opozîsyonê de dibêjin; dema ku ew xebatên hilbijartinê birêve dibin, welatî ji wan dixwazin ku pirsgirêka kurd û pirsgirêkên abûrî çareser bikin. Jinên siyasetmedar jî daxwaza dengan dikin û soza çareserkirina pirsgirêkan didin welatiyan.

Rêveber û endamên partiyên siyasî ji hemû hilbijartinan zêdetir ji bo hilbijartinên 2023an dixebitin. Partiyên siyasî bi hemû qadroyên xwe ve di nav civakê de digerin û xebatên xwe birêve dibin. Jinên kurd ên ku di nav partiyên opozîsyonê de siyasetê dikin dibêjin; ew dibînin ku di serî de Pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên abûrî kûr bûne û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan ji welatiyan daxwaza piştgiriyê dikin.

Seroka Polîtîkayên Jinan a Partiya DEVA ya Diyarbekirê Solmaz Akin ji K24ê re diyar kir: “Alî Babacan jî dibêje; em ê pirsgirêkan bi dadwerî û azadiyan çarser bikin. Jin jî dibêjin; bila êdî gêncên me canê xwe ji dest nedin, bila êdî tiştek bi serê wan neyên. Ew dibêjin; ew azadiyê dixwazin û wekî her kesê dixwazin ku bi dileke rihet nanê xwe peyda bikin.”

Jinên kurd ên ku di nav partiyên opozîsyonê de siyasetê dikin dibêjin; ew ji hemû caran zêdetir kar dikin da ku bikaribin bibin desthilatdar û pirsgirêkên sereke yên civakê çareser bikin.

Alîkara Serokê Rêxistina CHPê ya Diyarbekirê Derya Erdemoglu ji K24ê re diyar kir: “Hêviya welatiyan heye ku partiya me CHP pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên abûriyê çareser bike. Em dibêjin; em ê pirsgirêka kurd di parlementoyê de bir ê û rêbazên aşitiyane û demokratîk çareser bikin. Her dîsa ji ber qeyranê, rewşa abûriya welatiyan jî gelek xirab e, hêviya welatiyan ji vê desthilatdariyê nemaye ku ew pirsgirêkan çareser bikin.”

Jinên kurd ên siyasetmedar dibêjin; dema ku ew di nav civakê de digerin hêvî û daxwazên civakê dikin rapor û ji bo navendên giştî yên partiyên xwe rêdikin. Li gori gotinên jinên kurd ên siyasetmedar, rayedarên partiyên wan jî li gorî raporên ku ji Bakur diçin gavên nû diavêjin.