Parlamenterê Kanadayê: Em êrîşên Îranê şermezar dikin

Endamê Parlamentoya Kanadayê Tom Kmiec ragihand, divê rê neyê dayîn ku destê Îranê bigihîje çekê atomî û eşkere kir, wan êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirine.
Endamê Parlamentoya Kanadayê Tom Kmiec
Endamê Parlamentoya Kanadayê Tom Kmiec

Hewlêr (K24) – Endamê Parlamentoya Kanadayê Tom Kmiec ragihand, divê rê neyê dayîn ku destê Îranê bigihîje çekê atomî û eşkere kir, wan êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirine.

Tom Kmiec beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û got: “Rejîma Îranê û Supaya Pasdaran terorîst in û divê rê neyê dayîn ku destê Îranê bigihîje çekê atomî.”

Kmiec diyar kir: “Roja duşemê Kanadayê siza bi ser Îranê de sepandin, me daxwaz jî kiriye ku Kanada pêngavên din jî biavêje û Supaya Pasdaran weke rêxistineke terorîstî nas bike, ji ber ku ev artêş xelkê dikuje.”

Derbarê topbarankirina navçeyên Herêma Kurdistanê ji aliyê Supaya Pasdaran ve, Parlamenterê Kanadayê diyar kir: “Dostên min ên Kurd ji min re gotin ku Îran çi kiriye û çendîn welatiyên sivîl kirine armanc. Me bi tundî ew êrîş şermezar kirin û ev destdirêjiyeke eşkere ye li ser serweriya Iraqê û Herêma Kurdistanê û xelkê Rojhilat, ku li Herêma Kurdistanê dijîn û bûne armanca êrîşên bêhincet.”

Tom Kmiec dibêje: “Hikûmeta Tehranê li navçeyê alîkariya terorîstan dike, weke alîkarîkirina Hûsiyan û Hîzbullah û pereyan dide rêxistinên terorîstî yên hemû cîhanê. Me Îran xistiye nav lîsteya welatên terorîst. Îran terorîzmê belav dike. Hikûmeta Kanadayê ligel Kurdên Rojhilat e û daxwaz dike mafên wan werin parastin, divê Îran rêzê li mafên wan bigre.”

Li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Kanadayê jî eşkere kir: “Pêwendiyeke bihêz di navbera Kanada û Herêma Kurdistanê de heye, nûnertiya me li Hewlêrê heye û kompaniyên me li wê derê dixebitin.”