Henan Cafer yekem dîwana xwe ya helbestan çap kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Helbestvanê Kurd Henan Cafer ê ji herêma Efrînê û ji sala 2016an ve koçberî Stenbolê bûye, yekem pirtûka xwe ya helbestan a bi navê navê “Hêviyên Baskoyî” çap kir.

Dîwana “Hêviyên Baskoyî” ji aliyê weşanxaneya Sîtavê ve hatiye derxistin, ji 122 rûpelan pêk tê û 68 helbestan di nava rûpelên xwe de hildigire.

Li ser vê berhema xwe ya yekemîn helbestvan Henan Cafer ji K24ê re got: “68 helbest di vê berhema min a nû de hene, piraniya wan ji kurtehelbestên bi şêwaza azad in. Helbestên min li ser hêvî, êş, bêzarî û koçberiyê ne, her wiha çend helbestên evînî jî di nava rûpelên vê dîwanê de hene.”

Henan Cafer sala 1967an li gundê Gorda yê navçeya Cindirêsê ji dayik bûye, asta seretayî li gundê xwe xwendiye û piştre xwendina xwe li bajarê Helebê qedandiye û derçûyê Peymangeha Pîşesazî ye. Ji sala 2016an ve ji ber rewşa şer a Helebê bi neçarî koçberî Tirkiyê bûye û niha li bajarê Stenbolê dimîne.

Helbestvan Henan Cafer diyar dike, ew ji sala 1984an ve dest bi fêrbûna xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî kiriye û sala 2011an beşdarî xuleke fêrbûna Rêzimana Kurdî bûye û ji wê demê ve helbestên xwe bi zimanê Kurdî dinivîsîne.

Helbesteke Henan Cafer:

Hêviyên babidest

 

Li ber

dengvedana Baranê

hêviyên min

di gewriya salan de

diherikî û ez

babidest bûm!

Li ber

Kaniya peyvan

bi baskine sozan

difiriyam û ez

di xewnên xwe de

babidest bûm!

Li ber

tîna coş ê

şeva seqem û seqagirtî

min hêviyên xwe

bi dîlana berevaniyê

bi gîsnê daxwazan

tep dikir!

Li ber

zordariya

"Şaxa Zêtûnê"

Stêrkan...

di kûrahiya Aso de

reş girêdan û ez

babidest bûm!

Aware,

Mişext,

û sirgûn bûm..