Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Amerîka li Bakurê Rojhilatê Sûriyê tekeziyê li ser rûbirûbûna terorê dikin

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Nûnerê Amerîka li Bakurê Rojhilatê Sûriyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 5ê Cotmeha 2022an, pêşwazî li Nûnerê Amerîka ji bo Karûbarên Bakurê Rojhilatê Sûriyê Nicholas Granger û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê amade bû, dawî pêşhatên Sûriye û Iraqê, gefên DAIŞê, pêwendiyên di navbera aliyên Kurdî û pêkhateyan li Sûriyê û rewşa kampan bi taybet kampa Holê hatin guftûgokirin.

Her du aliyan tekezî li giringiya berdewamiya hevkariya hevbeş ji bo rûbirûbûa terorê û metirsiyên DAIŞê ku hîn jî ew metirsiyeke rasteqîne li ser Sûriye, Iraq û navçeyê ye. Her wiha bi pêwîstî zanîn ku welatên Ewropa û navçeyê ji bo vegerandina welatiyên xwe ji kampa Holê li Sûriyê bo welatên xwe hevkar bin.

Li hemberê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dubare kir ku teror ne tenê bi hêza çekan dê ji nav biçe, lê belê ji bo nehîştina terorê, divê bi riya perwerde, kûrkirina kultura lêborînê, hevqebûlkirin û pêkvejiyanê, rûbirûyî bîr û îdolojiya tundî û tundûtûjiyê bibin.

Pêwîstiya guftûgo û yekrêziya di navbera aliyên Kurdî û pêkhateyên din ên Sûriyê, rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsên din ên cihê giringiya hevbeş, mijarên din ên civînê bûn.