Amed Spor û Batmen Petrol Spor îro bêyî alîgirên xwe tên beramberî hev

Diyarbekir (K24) – Amed Spor û Batmen Petrol Spor îro li Diyarbekirê tên bermaberî hev. Hevrikiya ku wek derbiya Bakurê Kurdistanê tê pênasekirin; ji ber cezayên li Amed Sporê, dê bê hebûna alîgiran were leyîstin.

Amed Spor di hefteyên dawî de, ji helwest û gotarên nijadperestî yên Tirk û ji ber bûyerên hevirkiya Amed Sporê bi Bûrsa Sporê re, Federasyona Futbolê ya Tirkiyê cezaya ku 3 lîstikan bê alîgir bilîze lê birî.

Her çend e Batman Petrol Spor jî beriya lîstikê ragihandibû ku eger rê were dayîn, ew amade ne cihên alîgirên xwe bi Amed Sporê re parve bikin, bi her awayî dê lîstik bê alîgirlên her du tîman be.

Batman Petrol Spor di 6 hevirikiyan de 12 xal bi dest anîn û di rêza 5emîn de ye, Amed Spor jî bi 10 xalan di rêza 8emîn a gruba xwe de cîh digire.

Hevrikîya herdu tîmên bajêrên Kurdan îro 5’ê Cotmehê demjimêr 19:00an li stadyuma Amed Sporê dê dest pê bike.