Qeyrana enerjiyê welatên Ewrûpayê dabeş dike

Wezîrên Darayî yên welatên Yekîtiya Ewrûpayê li Luksemburgê civiyan, ku mijara sereke tedbîrên bilindbûna bihayê enerjiyê bû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrên Darayî yên welatên Yekîtiya Ewrûpayê li Luksemburgê civiyan, ku mijara sereke tedbîrên bilindbûna bihayê enerjiyê bû.

Piştî civînê, Wezîrê Darayî yê Çekyayê ragihand, di vê rewşê de nêrîna welatan ji bo çareserkirina qeyrana enerjiyê gelek cuda ye.

Wezîrê Darayî yê Çekyayê got, daxistina bihayê enerjiyê bûye pêwîstiyek li ber endamên Ewrûpayê, lê beşê pêwîstî bi rêkarên niştimanî heye.

Ev di demekê de ye ku beşek ji welatên Ewrûpayê hewl didin ku bihayê herî bilind ê gazê diyar bikin, da ku biha dakeve, lê belê hikûmeta Almanyayê gumana wê di vê hewldanê de heye.

Li ser vê mijarê, Wezîrê Darayî yê Almanyayê dibêje, ew dijayetiya projeyên çareserkirina qeyrana enerjiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê dikin ku bi heman şêweya rêkarên rûbirûbûna Koronayê be, ku welatên Ewrûpayê bi giştî, xwe spartin deynkirinê.

Di heman demê de Wezîrê Darayî yên Yekîtiya Ewrûpayê li ser çawaniya peredarkirin û terxankirina 20 milyar Euro li hev kirin, da ku di çend salên bê de standina enerjiyê ji Rûsyayê, kêm bikin.