SES: Xwarinên nexweşxaneyên Diyarbekirê ne paqij in

Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê (SES) derbarê xwarinên ku di nexweşxaneyan de tên dayîn, daxuyanî dan û amaje kirin ku hem xwarin kêm in û nepaqij in û hem jî kompaniya ku xwarinê çêdike gefan li tendirustkaran dixwin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê (SES) derbarê xwarinên ku di nexweşxaneyan de tên dayîn, daxuyanî dan û amaje kirin ku hem xwarin kêm in û nepaqij in û hem jî kompaniya ku xwarinê çêdike gefan li tendirustkaran dixwin.

Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê ya Şaxa Diyarbekir SES derbarê xwarinên nexweşxaneyan de tên dayîn li ber Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl a Perwerde û Lêkolînê civîna çapemeniyê li dar xist.

Di daxuyaniyê de Hevserokê Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê Yê Şaxa Diyarbekir Şiyar Guldîken anî zimên ku li aliyekê xwarin kêm derdikeve û nepaqij e û li aliyekê jî ji berk u tendirustkar nerazîbuna xwe nîşan didin rastî gefa kompaniya ku xwarinê çêdike tên.

Daxuyaniya hatî dayîn de hat gotin ku serbijişkê nexweşxaneyê jî hember vê mijarê xwedî li tendirustkaran derneketiye.

Nûnerên tendirustkaran dan zanîn ku kesê bi çek êrîşî tendirustkaran kiriye û gef li wan xwariye hatiye binçavkirin.

Daxuyaniyê de bal hate kêşan ku rêveber dixwazin 2 komên kedkar bînin dijî hev ku kesên xwarinê çêdikin jî wek tendirustkaran kedkar in û çi pirsgirêka wan bi kesên xwarinê çêdikin re tune ye.