Encûmena Wezîran projeyasayeke çandiniyê pesend kir

Bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, îro çarşemê 5ê Cotmeha 2022yan, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civiya.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, îro çarşemê 5ê Cotmeha 2022yan, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civiya.

Di civînê de reşnivîsa projeyasaya "cîbicîkirin û sererastkirina yasaya karantînaya çandiniya federal a hejmara 76 a sala 2012an a sererastkirî ya li Herêma Kurdistanê" ji aliyê Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî ve hat pêşkêşkirin.

Piştre projeyasa ji aliyê Encûmena Wezîran ve hat pesendkirin û Wezîra Herêmê bo Karûbarên Parlamentoyê Vala Ferîd hat raspartin ji bo pêşkêşkirina Parlamentoya Kurdistanê bi mebesta rewakirina wê.

Armanca vê projeyasayê ew e ku proseyên bidestxistina berheman û hawirdekirin û hinardekirina wan were rêkûpêkkirn, da ku rê li ber petaya çandiniyê û belavbûna wê li Herêma Kurdistanê were girtin. Ev yasa dê ji aliyê lijneyeke bilind ve li Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ve were cîbicîkirin.

Di beşa duyem a civînê de û di çarçoveya pêngavên Hikûmeta Herêmê de ji bo cîbicîkirina yasaya çaksaziyê, reşnivîsa biryara Encûmena Wezîran a li ser cîbicîkirina madeya 9 a yasaya çaksaziyê ji aliyê Serokê Fermangeha Hevahengî û Lipeyçûnê Ebdulhekîm Xisrew ve hat pêşkêşkirin. Piştî gotûbêj û danûstandina fikr û ramanan, Encûmena Wezîran reşnivîsa biryarê pesend kir.

Encûmena Wezîran rijdbûna xwe li ser cîbicîkirina yasaya çaksaziyê dubare kir, ji bo rêkxistina wezîfeya giştî û xanenişînî û pêkanîna dadperweriyê di sûdmendbûna ji dahata giştî de û rêlibergirtina hederkirin û sûdmendbûna nerewa, bi mercekî ku mafê xelkê şayeste parastî be û nebe sedema bêparkirina wan ji şayeste û mûçeyên xwe yên rewa.