Rûsyayê li ser hinardekirina gazê bo Ewrûpayê biryar da

Li gor nûçeyeke ajansa AFPê, Rûsya amade ye ku gazê hinardeyî Ewrûpayê bike, lê eger siza ji ser wê werin rakirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor nûçeyeke ajansa AFPê, Rûsya amade ye ku gazê hinardeyî Ewrûpayê bike, lê eger siza ji ser wê werin rakirin.

Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê bo Karûbarên Enerjiyê Aleksander Novak ragihandiye, Moskow amade ye bi rêya boriya Nord Stream gazê hinardeyî Ewrûpayê bike, lê eger borî neyê qulkirin.

Aleksander Novak ji televîzyona fermî ya Rûsyayê re gotiye: “Eger Ewrûpa di civîna welatên endamên OPEC Plus a Viyenayê de biryara rakirina sizayan (bêyî merc) ji ser Rûsyayê bidin, Moskow amade ye di demeke kêm de gaz bişîne welatên Ewrûpayê bi rêya boriya Nord Stream.

Ji ber êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê, welatên Ewrûpayê û Amerîka siza bi ser sektora enerjiyê ya Rûsyayê de sepandine, ji ber vê yekê Moskow nikare gazê hinardeyî Ewrûpayê bike.

Ji ber vê yekê jî tê pêşbînîkirin ku qeyrana sotemeniyê li Ewrûpayê di demsala zivistanê de serî hilde.