Bajarokê Nalparêz ji aliyê dronekê ve hat bombebarankirin

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, gundê Badane yê li sînorê bajarokê Nalparêz a ser navçeya Pênciwên a girêdayî parêzgeha Silêmaniyê hat bombebarankirin.

Silêmanî (K24) – Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, gundê Badane yê li sînorê bajarokê Nalparêz a ser navçeya Pênciwên a girêdayî parêzgeha Silêmaniyê hat bombebarankirin.

Rêveberê Bajarokê Nalparêz ji Kurdistan24ê re ragihand, ti binke û baregeheke Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li sînorê Nalparêz tune ye.

Herwiha eşkere kir, firokeya bêfirokevan li esmanê navçeyê difire.

Vê êvarê firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê derdora gundê Şêxelmarên yê ser bi navçeya Şarbajêr a parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kirin.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Silêmaniyê, firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê çekdarên PKKê li nêzîkî gundê Şêxelmarên kirin armanc.

Beriya niha jî Dije Terora Kurdistanê ragihand, duh sêşemê 4ê Cotmeha 2022yan, di demjimêr 14:35an de droneke artêşa Tirkiyê li nahiya Zelan a ser bi navçeya Şarbajêr a li parêzgeha Silêmaniyê otomobîleke çekdarên PKKê kiriye armanc, di encamê de du çekdarên PKKê hatine kuştin û çekdarek jî birîndar bûye.