ENAG: Rêjeya enflasyonê ji sedî 186,27 e

Li gorî daneyên TUÎKê enflasyon di meha Îlonê de %83,45 zêde bûye. Lê li gorî daneyên Koma Serbixwe ya Lêkolîna Enflasyonê salane asta enflasyona Tirkiyê çûye ser ji sedî 186.27an.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Saziya Amarên Tirkiyê daneyên meha Îlonê ya enflasyona Tirkiyê ragihand. Li gorî daneyên TUÎKê enflasyon di meha Îlonê de %83,45 zêde bûye. Lê li gorî daneyên Koma Serbixwe ya Lêkolîna Enflasyonê salane asta enflasyona Tirkiyê çûye ser ji sedî 186.27an.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di 30ê Îlonê de li Ofîsa xwe ya Dolmabahçeyê di Lûtkeya Paradîgmayên Nû û Veguherîna Aboriyê de got; “Belkî hin kes ji ber asta bilind ya enflasyonê şaş û metal dimînin, lê em ew welat in ku dê karibin bi lezgînî vê enflasyonê daxin.” Di ser daxuyaniya Erdogan re 3 roj derbas bûn ku Saziya Amarên Tirkiyê daneyên enflasyonê ya meha Îlonê ragihand.

Li gorî daneyan enflasyon, ji sedî 83.45 zêde bûye. Li gorî Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) jî zêdebûna enflasyona salane bûye ji sedî 186.27. Li ser babetê me jî mîkrofona Kurdistan 24ê dirêjî welatiyan kir.

Aborînas Abdurrahman Yildirim ji K24ê re diyar kir: “Rêjeya enflasyonê li gorî texmînan ya meha Îlonê hê kêmtir hate ragihandin. Ji sedî 3.08 zêdebûnek pêk hatiye. Her wiha li beramberî vê di nava 9 mehên dawîn de hebûnên fînansî ji bi şêweyekî pozîtîf encam dan. Enflasyon bilind e, lê belê lîreyê Tirkiyê di 9 mehên dawîn de ji sedî 15 nirxê xwe zêdetir kir. Hikûmet bi plana ragihandiye hewl dide enflasyonê kêm bike."

Serokê Partiya Gel ya Komarê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî li ser rêjeya bilind ya enflasyonê rexne li desthilatê girtin û ragihand; “Rûsya û Ukreyna di şer de ne, lê em li hilewesana Rûsyayê dinihêrin ji sedî 14,3 û berê xwe didin Ukreynayê enflasyona wan jî ji sedî 23.8 e. Lê dema em li Tirkiyê dinêrin digel ku em ne di şer de ne jî hilewesan li Tirkiyê çûye ser ji sedî 83.45an. Vê desthilatê civak şepirze û perîşan kir.

Aborînas Mustafa Sonmez ji K24ê re diyar kir: "Ferqa di nava faîz û enflasyonê de bûye 71 pûan. Li welatên ku di asta Tirkiyê de ne ev ferq herî zêde 2 an jî sê puan e. Ji vê jî diyar dibe ku aboriya Erdogan çiqasî ji dinyayê bê xeber e û jê dûr e. Erdogan bi aboriyê listikekê dilîze. Li gorî hisabên pergala matematîkê enflasyon wê di Hezîrana sala pêşiya me de ji xwe ber dakeve heta ji sedî 30an jî belkî. Lê Erdogan wê vê wekî marîfetekê raber bike û bibêje; me faîz daxist enflasyon jî daket. Lê ev ne rast e. Armanca wî heta hilbijartinê ye dixwaze jinûve civak jê bawer bike.”

Serokê Partiya Pêngav û Demokrasiyê DEVAyê Alî Babacanê ku di heman demê de Wezîrê Berê yê Aboriyê û YE bû jî li ser rêjeya bilind ya enflasyonê diyar dike; eger salek berê destwerdan bihata kirin di warê bihayan de û polîtîkaya pareyan de wê enflasyon îro ne ewqasî bilindbûya. Loma eger ew bibin desthilat jî vê wêraniya aboriyê û qeyrana rû dayî nikarin di nava salekê de çareser bikin.