Piştgiriya ji bo banga Kiliçdaroglu berfireh dibe

Daxuyaniyên Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu yên derbarê pirsa serpoşê de ji desthilatê heta opozîsyonê karvedaneke berfireh bi xwe re aniye û gelek alî piştgiriya banga wî dikin.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu

Hewlêr (K24) - Daxuyaniyên Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu yên derbarê pirsa serpoşê de ji desthilatê heta opozîsyonê karvedaneke berfireh bi xwe re aniye û gelek alî piştgiriya banga wî dikin.

Serokomarê berê yê Tirkiyeyê Abdullah Gul piştgiriya xwe ji bo Kemal Kiliçdaroglu ragihand û got ew banga wî biqedir pêşwazî dike.

Li gor Abdullah Gul, "pêşhateke derasayî ye, partiyek ku bi salan dijayetiya serpoşê ji xwe re kiribe mîsyoneke siyasî û ji ber vê helwesta xwe jî bûbe sedema gelek êşan, dest ji vê şaşiya xwe berde. Ji bo guherîneke wiha divê mirov Kemal Kiliçdaroglu pîroz bike".

Dihat îdiakirin ku, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu pêşniyara banga serpoşê li Kiliçdaroglu kiriye. Davutoglu îddiayê red dike û ew jî piştgriya xwe ji bo Kiliçdaroglu radigihîne.

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu diyar kiriye: “Nexêr ez wê mijarê ligel Kemal Kiliçdaroglu neaxivîme. Lê em di civîna maseya şeş alî de pirsa serpoşê û gelek mijarên din û xemên dengdêrên muhafazakar gotûbêj dikin. Lê beriya banga Kiliçdaroglu me ti hevdîtinek nebûye. Dem û naveroka daxuyaniya Kiliçdaroglu biryara wî ye. Lê ji ber ku zemîn jî guncav e, min ti astengî nedît ku piştgiriya banga wî nekim.”

Li Tirkiyeyê pirsa serpoşê pirseke dûr û dirêj e û pêş serdema AK Partiyê qedexe bû ku kesên nixumandî li sazî û dezgehên fermî de kar bikin û zanîngeh bixwînin. Ev pirsgirêk ligel dijayetiyên CHPê û aliyên sekûler, di serdema hikûmeta AK Partiyê de defakto çareser bûbû lê pêwîstiya xwe çaksaziyeke yasayî hebû. Lewma Serokê CHPê jî roja duşemê banga çareseriya yasayî kiribû.

Serokê AK Partiyê Tayyîp Erdoganî jî bersiva wî dabû û gotibû, heke Kiliçdaroglu jidil be bila kerem ke ew vê pirsgirêkê di asta yasaya bingehîn de çareser bikin.