Parlamentoya Iraqê derbarê bombebaranên Îranê de dicive

Parlamentoya Iraqê roja şemiya bê, derbarê bombebaranên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê û çend mijarên din de dicive.

Hewlêr (K24) – Parlamentoya Iraqê roja şemiya bê, derbarê bombebaranên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê û çend mijarên din de dicive.

Îro pêncşemê 6ê Cotmeha 2022yan, Parlamentoya Iraqê di nivîsekê de ragihand, civîna asayî ya parlamentoyê derbarê bombebaranên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê û çend mijarên din de, di demjimêr 11:00ê sibeha roja şemiyê 8ê Cotmeha 2022yan dê birêve biçe.

Di nivîsê de hatiye destnîşankirin ku hejmarek parlamenterên nû dê di rûniştinê de sonda yasayî bixwin, herwiha li ser projeyasaya xaniyên zêdegavî û veberhênana pîşesaziyê, gotûbêj dê werin kirin.