Cîgirê Serokê Partiya Pêşerojê: Pirsa Kurd heye û em ê vê pirsê bi rêya destûrê çareser bikin

Cîgirê Serokê Partiya Pêşerojê (Partiya Gelecek) Nedîm Yamali derbarê hebûna pirsa Kurd de diyar kir, li Tirkiyê pirsa Kurd heye û partiya wan hewl dide bi rêya siyasetê vê pirsê çareser bike.
Cîgirê Serokê Partiya Pêşerojê (Partiya Gelecek) Nedîm Yamali
Cîgirê Serokê Partiya Pêşerojê (Partiya Gelecek) Nedîm Yamali

Hewlêr (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Pêşerojê (Partiya Gelecek) Nedîm Yamali derbarê hebûna pirsa Kurd de diyar kir, li Tirkiyê pirsa Kurd heye û partiya wan hewl dide bi rêya siyasetê vê pirsê çareser bike.

Nedîm Yamali beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û derbarê pirsa Kurd û şêweya çareserkirina wê de, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Yamali destnîşan kir ku li Tirkiyê ti Kurdek nabêje "Na, li Tirkiyê ti pirsgirêka min tune ye", loma pirsa Kurd heye û got: “Dema ku beşek ji welatiyên me bibêjin pirsa Kurd heye, bêguman ev pirs heye, em hebûna vê kêşeyê qebûl dikin û em ê hewl bidin bi rêya siyasetê vê kêşeyê çareser bikin.”

Li ser pirsa "Gelo mafê kesî heye li ser navê miletekî din biaxive û bibêje 'pirsgirêka te tune ye' ?", Nedîm Yamali diyar kir: “Ti kes nikare bibêje, li vir çend mijarên cuda hene, yek ji wan mijaran zimanê zikmakî ye, ti kes zimanê xwe yê zikmakî hilnabijêre, loma ti kes nikare zimanê kesekî din qedexe bike. Bêguman li vir kêşe heye û divê em van kêşeyan qebûl bikin.”

Derbarê plana Partiya Pêşerojê de ji bo pirsa Kurd, diyar kir ku wan derbarê pirsa Kurd de li Diyarbekir û Wanê du lêkolîn pêk anîne û rapora xwe jî ji raya giştî re eşkere kiriye, ku di wê raporê de behsa fikreke cuda kirine û behsa destûrê kirine, ku girîngî bi azadiya fikr û ramanan were dayîn.

Li ser pirsa "Gelo Partiya Pêşerojê amade ye ku çareseriya pirsa Kurd di destûra Tirkiyê de cih bigre?”, Nedîm Yamali eşkere kir: “Bêguman em amade ne. Divê destûr hevpar be û di destûrê de azadiya ramanan hebe.” Herwiha eşkere kir: “Partiya Pêşerojê bi awayekî dilsoz li pirsa Kurd dinêre û ji bo dîtina çareseriyekê jî bi dilekî fireh lê nêzîk dibe.”