Wezîreke Belçîkayê porê xwe jêkir

Piştevaniya  xwe ji bo xwepêşandanên xelkê Îranê nîşan da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Derve ya Belçîkayê Hadja Lahbib di rûniştina parlamentoyê de piştevaniya  xwe ji bo xwepêşandanên xelkê Îranê nîşan da û beşek ji porê xwe jêkir.

Hadja Lahbib diyar kir, ew ji ber kuştina Mehsa (Jîna) Emînî xemgîn e.

Lahbib destnîşan kir, heta niha 150 xwepêşander hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne an jî hatine desteserkirin.

Herwiha eşkere kir ku heşt welatên Yekîtiya Ewrûpayê ku ji Fransa, Almanya, Îtalya, Îspanya, Danîmark, Belçîka, Çek û Luksemburgê pêk tê, daxwaz kirine ku sizayên zêdetir bi ser rayedarên saziyên ewlehiyê yên Îranê de werin sepandin.

Wezîra Derve ya Belçîkayê Hadja Lahbib bi zimanê Fransî diaxive û bi eslê xwe ji welatê Cezayîrê ye.