Li Zanîngeha Dîcleyê sempozyûma Îsmaîl Ebulîzê Cizîrî hat lidarxistin

Di sempozyumê de behsa xebat û berhemên Îsmaîl Ebulîzê Cizîrî hat kirin û hat amajekirin ku divê civak vî zanyarê bêhempa bêhtir binase.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Zanîngeha Dîcleyê derbarê jiyan û xebatên Zanyarê Kurd Îsmaîl Ebulîzê Cizîrî de sempozyûmek tê li darxistin. Di sempozyumê de behsa xebat û berhemên Îsmaîl Ebulîzê Cizîrî hat kirin û hat amajekirin ku divê civak vî zanyarê bêhempa bêhtir binase. 

Di sempozyûmê de  hat gotin ku Îsmaîl Ebulîzê Cizîrî ew kes e ku di cîhanê de yekem robot ji aliyê wî ve hatiye çêkirin ku gelek berhemên wî yên wisa hene hem jiyana rojane hêsan dike û hem jî di warê bijîşkî de jî berhem dane. Beşdarên sempozyûmê, akademîsyen û nivîskaran anîn zimên ku Îsmaîl Ebulîzê Cizîrî bi berhemên xwe bûye nirxek hevpar ê cîhanî.

Nivîskar û lêkolîner Abdullah Yaşin ji K24ê re diyar kir: “Îsmaîl Ebulîzê Cizîrî kesayetek wisa ye ku beriya 800 salan robota yekem a cîhanê çêkiriye. Di wê demê de ku millet di xewê de bûn, wî kariye karek wisa bike. Di gelek beşên zanistê de xebat kirine, 60 berhemên wî hene, berhemên wî hene ku hîn jî zanyarê zanistê tê negihîştine.”

Di sempozyûmê de bal hate kêşan ku gelek berhemên Îsmaîl Ebulîzê Cizîrî negihîştine roja me û niha ji bo vê yekê li Diyarbekirê di Keleha Navîn de di vê çarçoveyê de lêkolîn tên kirin û berpirsên vê xebatê jî dibêjin ev lêkolîn dê zanyariyên nû derbixin holê.

Amadekarê Sempozyumê Profesor Îrfan Yildiz ji K24ê re diyar kir: “Ez 5 sal in di Qesra Artukiyan de xebatên kolînê dikim. Di wan xebatan de min Îsmaîl Ebulîzê Cizîrî baştir nasî û me xwest ku li ser sempozyumekê çêkin. Ji ber ku Cizîrî di dewrê xwe de wek Bedîuzeman bû, ango di wê demê de li gorî mirovan gelek pêş ketibû. Me jî xwest wî bidin nasîn.”

Sempozyûma ku di 6 û 7ê Cotmehê de tê li darxistin de hat gotin ku li gelek welatên wek Almanya, Brîtanya, Amerîka û Koreya Başûr di zanîngehan de girîngiyek mezin bo Îsmaîl Ebulîzê Cizîrî tê dayîn, lê di zanîngehên Rojhilata Navîn de ev girîngî nayê dîtin û divê zêdetir xebat û lêkolîn werin kirin.