Li Tirkiyê ligel nêzîkbûna hilbijartinan partiyên siyasî behsa 'pirsa Kurd' dikin

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan çend roj berê gotibû li Tirkiyê kêşeyeke Kurdan nemaye. Serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu li dijî gotinên Erdogan derket.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li Tirkiyê ligel nêzîkbûna hilbijartinan nîqaşên liser pirsa Kurd xurt dibin. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan çend roj berê gotibû li Tirkiyê kêşeyeke Kurdan nemaye. Serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu li dijî gotinên Erdogan derket.

Ligel nêzîkbûna hilbijartinan li Tirkiyê partiyên siyasî liser pirsa Kurd bi girîngî radiwestin û bo standina dengên Kurdan di bernemayên xwe yên siyaseta Kurd de ber bi guhertinan ve diçin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi rexnekirina pêngavên Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got; “Di nav kabîneya min da 2 Kurd hene, me kêşeyek wek Pirsa Kurd nîne. Te kêşeyek wisa heye, ji ber ku tu ligel nûnerên rêxistinên terorî, ji Enqerê heta Stenbolê meşıyayî.”

Serokê Partiya Pêşerojê (Gelecek) Ahmet Davutoglu liser pirsa Kurdistan24ê, bersiv da gotinên Erdogan û got, heta ku Kurd dibêjin pirsa Kurd li Tirkiyê nîne, pirsa Kurd her heye.

Ahmet Davutoglu diyar kir: “Eger îro hîn jî konserên Kurdî tên betalkirin, ji bo dersên Kurdî, mamoste nayên perwerdekirin, Wezareta Navxwe cihên şaredarên hatî hilbijartin, qeyûm têjî bike, ango li vir hê jî kêşeyek heye. Li ser maseya şeşalî jî ev babet tê rojevê, nêrînên cuda liser maseya şeşalî hene, hewce ye mirov rêz li nêrînên cuda bigire.”

Tevî helwêsta erênî ya hin partiyên di nav maseya şeşalî de, tifaqa şeş partiyan helwêstek pêkve di derbarê siyaseta Kurdan de kifş nekiriye.

Li gorî şîrovekaran derbarê pirsa Kurd da 2 nigeranî maseya şeşalî hene; ya yekê metirsiya tûşbûna rexneyên desthilatê ye û ya duyem jî nebûna Partiya IYI ya helwêstek erênî li hemberî Kurdan e.

Serokê Dezgeha Rapirsiyên Civakî OPTÎMAR Hîlmî Daşdemîr diyar kir: “Me di rapirsiyên li bajarên Kurdan da, ji welatiyên Kurd pirsî,    'dema ku hûn li rabirdûya du aliyan dinêrin, bi ya we Kurd bi kîjan alî re dikarin, dahatûya xwe ava bikin?' Piraniya wan hê jî pêngavên berê yên AK Partî û Erdogan gelek wêrek û mezin dibînin û baweriyek mezin -ji bilî HDPê- bo opozîsyonê nîne.”

Rapirsiyên civakî rêjeyên dengên opozîsyon û desthilatê gelek nêzî hev nîşan didin, lewma piştevaniya dengdêrên Kurd bo encamên hilbijartinên pêşîn diyarker tên dîtin.

Wisa xuya ye ku biryarek zehmet çaverêyî dengderên Kurd e. Ji ber ku him li tifaqa desthilatê, him jî li tifaqa şeşalî ya opozîsyonê, partiyek netewperest cih digire. Li aliyê desthilatê MHP, li aliyê opozîsyonê IYI partî, li hemberî maf û azadiyên Kurdan xwediyê helwêst û bernameyek baş nînin.