Bijîşka Dadî ya Îranê sedema canjidestdana Jîna Emînî belav kir

Bijîşka Dadî ya Îranê dibêje ku sedema mirina Jîna Emînî ji ber lêdana polîsê exlaqê nebûye, ew beriya niha nexweş bûye.
Jîna Emînî
Jîna Emînî

Hewlêr (K24) – Keça Kurd Jîna Emînî ku li Tehranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû desteserkirin û piştre ji ber êşkencedanê birîndar bûbû û li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dabû, Bijîşka Dadî ya Îranê sedema canjidestdana wê belav kir û ragihand: “Jîna ji ber nexweşiyeke kevn, canê xwe ji dest daye.”

Bijîşka Dadî ya Îranê dibêje ku sedema mirina Jîna Emînî ji ber lêdana polîsê exlaqê nebûye, ew beriya niha nexweş bûye.

Herwiha eşkere kiriye, Jîna Emînî di temenê xwe yê 8 salî de neştergeriya derxistina girêkek ji mejiyê wê jê re hatiye kirin û dibe ku sedema mirina wê, ji ber vê nexweşiya kevn bibe.

Roja 16ê Îlona 2022yan, dayîka Jîna, Mujgan Emînî ji medyaya Îranê re ragihand, keça wê li nexweşxaneyê ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest da, ku ji ber wê yekê, li gelek bajarên Îranê xwepêşandan û nerazîbûn dest pê kirin.