Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Brîtanyayê pêwendiyeke telefonî encam dan

Tekezî li ser girîngiya pêşvebirina pêwendiyên dostane û bihêz ên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê kirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Brîtanyayê pêwendiyeke telefonî encam dan û tekezî li ser girîngiya pêşvebirina pêwendiyên dostane û bihêz ên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê kirin.

Îro înê 7ê Cotmeha 2022yan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Brîtanyayê James Cleverly pêwendiyeke telefonî pêk anîn.

Di pêwendiyê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Wezîrê Derve yê Brîtanyayê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwest.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Brîtanyayê sersaxî û xemgîniya xwe ji bo kuştina xelkê bêtawan a di êrîşên van demên dawî yên ser Herêma Kurdistanê de anî ziman.

Herwiha herdu aliyan tekezî li ser girîngiya pêşvebirina pêwendiyên dostane û bihêz ên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê kirin û hevnêrîn bûn li ser berdewambûna pêwendî û hevahengiya navbera herdu aliyan.