Mesrûr Barzanî: Siyaseta Kabîneya Nehem nehîştina gendeliyê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çalakiyeke demokrasiyê de bersiva pirsên hejmarek welatiyên Herêma Kurdistanê da.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çalakiyeke demokrasiyê de bersiva pirsên hejmarek welatiyên Herêma Kurdistanê da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dîdareke taybet de bersiva pirsên hejmarek welatiyên navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê da, ku beşdarên dîdarê ji aliyê saziyeke serbixwe ve hatin diyarkirin.

PÊKANÎNA DERFETÊN KAR JI BO CIWANAN

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere kir ku pêkanîna derfetên kar yek ji projeyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Mesrûr Barzanî got, karkirina di sektora giştî de pirsgirêka bêkariyê çareser nake, ji ber ku pêwîstiya gelek xelkê Herêma Kurdistanê bi peydakirina kar heye, ji ber wê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi cidî hewl dide bi rêya dabînkirina derfetên zêdetir ji bo sektora taybet, kar ji bo ciwanan peyda bike.

Derbarê girîngiya sektora geştiyariyê de jî got, ew derfeteke gelek mezin e ji bo pêşxistina aboriya Herêma Kurdistanê, ji bo vê mebestê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek bername hene ji bo peydakirina derfetên kar di sektora geştiyariyê de.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: "Divê em bizanin ka em dixwazin bi çi cure geştyaran ve biçin Herêma Kurdistanê. Eger xelk bixwaze di vî warî de sermayesaziyê bike, berî her tiştî pêwîstiya me bi bihêzkirina jêrxaneya geştiyariyê heye daku geştyaran bikşînin Herêma Kurdistanê."

Mesrûr Barzanî herwiha tekezî li ser dayîna desthilatê ji bo berpirsên yekeyên îdarî yên hemû navçeyên Herêma Kurdistanê kir, ku ji bo zêdekirina dahatê û peydakirina kar ji bo xelkên navçeyên xwe kar bikin û ji bo zêdetir derfeta kar peyda bikin.

Di beşeke din ya bersiva pirsên amadebûyan de, Serokwezîr eşkere kir ku bernameya kar ya kabîneya nehê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo daxistina rêjeya bêkariyê li Herêma Kurdistanê bo asta herî nizm e.

Herwiha Mesrûr Barzanî got jî, wan biryar daye ku bi rêjeya ji sedî 70 derfetên kar bidin karkerên xwecihî di her pirojeya veberhênana sektora taybet de.

Di dîdarê de Mesrûr Barzanî eşkere kir ku ji bo wan ciwanên ku xwedî proje yan jî bîr û baweriyên xwe ne ji bo peydakirina karên nû, bi mebesta ku piştgîriya wan ciwanan bikin û derfeta kar ji bo yên din çêbibin, plan dikin.

Di berdewamiyê de jî destnîşan kir, di demeke nêz de, ew ê saziyekê ji bo naskirina şiyan û jêhatîbûna ciwanan damezrînin ku ji bo xizmetkirina civak û gel bikar bînin.

Mesrûr Barzanî peyama xwe arasteyî ciwanan kir û got, hikûmet beşek e ji we ye û ne cuda ye, lewma divê hûn xwe xwediyê hikûmetê bihesibînin, bi bîr û ramanên nû û nûjeniyên ku bi kêrî hikûmet û gel were, piştevaniya hikûmetê bikin.

HERÊMA KURDISTANÊ Û BEXDA

Di dîdarê de Mesrûr Barzanî diyar kir, Iraq hê jî di nava krîzeke kûr a siyasî, aborî û ewlekarî de ye, ku sedema wê jî nebaş birêvebirina desthilatê ye di rêveberiya Iraqê de.

Iraq xwedî samanên xwezayî û mirovî yên zêde ye, lê ji ber cîbicîkirina destûr û sîstema lihevkirî ya hikûmraniyê nekariye qeyranên xwe derbas bike.

Serokwezîr got, gelek caran Herêma Kurdistanê bi wê yekê tê tohmetbarkirin ku ew destûrê naguncîne, lê ne rast e û hikûmeta federal pabendî destûrê û sozên Herêma Kurdistanê nebûye.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ya axaftinên xwe de bal kişand ser yekbûn û yekrêziya aliyan di pirsên niştimanî de. Herwiha eşkere kir ku, tiştekî normal e ku di navxwe de cudahî di navbera partiyan de hebin, lê divê çarçoveyeke niştimanî û stratejiyek hebe û hemû li beramber Bexdayê yekdeng bin ji bo bidestxistina mafên Herêma Kurdistanê.

Di derbarê bûdceya Herêma Kurdistanê de jî Serokwezîr got ku îsal tenê du caran Bexdayê 200 milyar dînar şandiye û par jî tenê şeş ​​car ji wê pereyê ji Herêma Kurdistanê re hatiye şandin, ku li gor qanûna bûdceya sala 2021ê her meh diviyabû bihata şandin.

Herwiha destnîşan kir, Herêma Kurdistanê jî wek hemû cîhanê, ji ber bandora şerê Ukraynayê, rastî gelek astengiyên din jî hatiye, ji ber bihabûna nirxê genim û sotemenî li bazarên cîhanê.

Serokwezîr tekezî li ser wê yekê kir ku tevî hemû fişarên Bexdayê û faktorên din ên derve yên di encama şer û bilindbûna nirxê kelûpelan li bazarên cîhanê de, lê belê di dabînkirina mûçeyên hemû karmendên Herêma Kurdistanê de bi ser ketin.

Mesrûr Barzanî eşkere kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê dikare pişta xwe bi dahata xwe ve girê bide ku dahata neftê û ji bilî neftê ye, ji ber ku Bexda ti bûdceyekê naşîne Herêma Kurdistanê.

Derbarê zextên Bexdayê yên li ser sektora neftê de jî, Mesrûr Barzanî got, hikûmeta Iraqê fişar li hinek kompaniyan kiriye da ku neftê Herêma Kurdistanê nefroşin, ji ber wê jî dê berdewam bin li ser sektorên din da ku çavkaniya dahatê zêde bikin.

Serokwezîr eşkere kir ku ji destpêka Kabîneya Nehem ve heta niha kar kirine ku giringiyê bidin sektorên çandinî, pîşesazî û geştiyariyê da ku Herêma Kurdistanê tenê pişta xwe bi dahata neftê girê nede.

Di bersiva pirsekê de derbarê pêgeha Herêma Kurdistanê di hevkêşeyên cîhanî de, Serokwezîr got ku, Herêma Kurdistanê li ser bingeha berjewendiyên hevbeş rêzê li peywendiyên xwe ligel hemû welatên cîhanê digire. Herêma Kurdistanê peywendî bi welatên rojava û rojhilatî re heye û ne beşek e ji kêşeyên di navbera cîhanê de.

HIŞKESALÎ Û GUHERÎNA KEŞ Û HEWAYÊ

Pirsgirêka kêmbûna avê û guhertina keşûhewayê beşeke din ji axaftina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû ku weke pirsgirêkek li pêşiya Herêma Kurdistanê ye ku bandor li ser berhemanîna navxwe kiriye.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, Mesrûr Barzanî tekezî li ser hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê û piştgiriya sektora giştî bi çêkirina bendavan û alîkariya cotkaran kir.

HIKÛMET DI XIZMETA WELATIYAN DE YE

Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Hikûmet û welatî ne du aliyên cuda ne û em li ser yek alî ne. Hikûmet di xizmeta welatiyan de ye û li ser navê wan divê parastina mafên welatiyan li hember mafên wan ên destûrî li Bexdayê bike."

Mesrûr Barzanî got, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di van qeyranan de heta asteke baş bi ser ketiye û daxwaz ji her kesî kir ku piştevaniya hikûmetê bikin û berjewendiyên xwe yên hizbî û kesayetî bidin aliyekî.

NEHIŞTINA GENDELIYÊ

Di derbarê rûbirûbûna gendeliyê de jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got ku, gendelî di sîstemê de tê jinavbirin, siyaseta Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jinavbirina gendeliyê û sererastkirina sîstema desthilatdariyê ye.

Serokwezîr diyar kir ku divê saziyên taybet tedbîrên pêwîst ji bo jinavbirina gendeliyê bigirin, lê divê em hemû kar bikin daku cihê gendeliyê di sîstema deshilatê de nemîne.

Ji bo vê mebestê ji welatiyan xwest ku her kesê ku bertîlê dide yan jî bi delîlan distîne agahdar bikin û destnîşan kir ku dê bên darizandin û dadgehkirin.

PÊŞKÊŞKIRINA XIZMETGUZARIYAN

Yek ji beşdaran pirsyar li ser cudahiya xizmetguzariyê li Silêmanî û Helebce û Hewlêr û Duhokê ji Serokwezîr kir, Mesrûr Barzanî tekez kir ku, hikûmet di warê pêşkêşkirina xizmetguzariyan de ti cudahiyê di navbera herêman de nake.

Eger cudahî hebe, ev yek ji ber desthilatdariya herêmê ye. Eger rêveberiyeke bihêz li ser asta parêzgeh û herêmê hebe, asta xizmetguzariyê dê baştir bibe.

GIRÎNGIYA ZIMANÊ KURDÎ

Di bersiva pirsyarekê de Mesrûr Barzanî tekezî li ser girîngiya zimanê Kurdî kir û got, ziman beşek e ji pênase û kultûra me, loma divê karê ewil ê hikûmet û her kesî be.

Herwiha tekez kir ku di civîna Encûmena Wezîran de rijdbûna xwe li ser girîngiiya zimanê Kurdî di sîstema perwerde û xwendina bilin de nîşan daye.