Zawîteyî: Em bi pîşeyane rûmala bûyerên Îranê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêvebirê Giştî yê Saziya Kurdistan24ê Ehmed Zawîteyî ragihand, Kurdistan24 bi şêweyekî profesyonel bûyerên navçe û cîhanê rûmal dike û rexneyên desthilatdar û opozîsyona Îranê jî belge ne li ser wê yekê ku me bi awayekî bêalî rûmal kiriye.

Li Îranê 4 hefte ne xwepêşandan berdewam dikin. Medyaya Îranê Kurdistan24ê bi handana xwepêşanderan tometbar dike.

Rêvebirê Giştî yê Saziya Kurdistan24ê di dema beşdariya di “Jûra Nûçeyan a Kurdistan24ê” de, li hember rexneyên medyaya fermî ya Îranê, got ku Kurdistan24 nabe beşek ji nakokiyan û tenê bi awayekî profesyonel bûyeran rûmal dike.

Zawîteyî got jî: “Em bi awayekî sirûştiyane serederiyê bi rexneyan re dikin, bûyerin li derdora me hene, em bi awayekî profesyonel wan rûmal dikin.”

Got jî: Kanala Kurdistan24 di rûmalkirina bûyerên Îranê de, pîvanên wê hene, ya herî diyar jî bêalîbûn û dûrbûna ji her kesî ye.

Her wiha Zawîteyî got jî: “Em ne li aliyê xwepêşanderan re ne, ne jî li aliyê dewletê ne.”

Got ku pîvana din jî, çi ji medyaya navdewletî û medyaya fermî ya Îranê tên veguhastin, em werdigirin. Ji bo pîvana sêyem, ew bi parastina hevsengiya di navbera xwepêşander û desthilatdaran de têkildar e, di heman demê de pîvana çaremîn jî, em kar ji bo mezinkirin yan biçûkkirina bûyeran nakin. Pîvana pêncem jî, destpakî ye ku bi destpakî serederiyê bi zanyariyan re dikin.”

Zawiteyî da zanîn ku Kurdistan24 ne tenê ji aliyê dewletê ve, lê ji aliyê opozîsyona Îranê ve jî hatiye rexnekirin û ev jî tê wê wateyê ku em karê xwe bi profesyonelî dikin û derfeteke hevseng didin raya giştî.

Amaje bi wê yekê jî kir, Kurdistan24 ti helwestek li dijî desthilatê yan xwepêşanderan negirtiye û karê wê tenê bi veguhestin û analîzkirina bûyeran bi rêya şîrovekaran re ye ku nêrînên cuda dipejirînin.

Dema li ser rexneyên medyaya Îranê pirs jê hate kirin, Zawîteyî got: “Em rexneyan qebûl dikin, ev tiştekî sirûştî ye. Tiştê em dixwazin ji dewlet û medyaya wê re û opozîsyonê û medyaya wê re tekez bikin ew e, erkê me tenê veguhastina zanyariyan e.”

Got jî: Kurdistan24 bûyerên li hemû cîhanê dişopîne û rojnamevan û peyamnêrên wê ji bo bidestxistina zanyariyên rast, xwe xistine metirsiyan û ev hemû jî bi armanca weşana nûçe û zanyariyan bi awayekî profesyonel û objektîf e. Ti berjewendiya Kurdistan24ê di rawestana ligel aliyekî li dijî aliyekî din de nîne.