Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê Iraqê Eric Chevalier kir û pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê û pêwendiyên Fransayê û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvariya Yekşemê 9ê Cotmeha 2022an di hevdîtinekê de ligel Balyozê Fransayê yê Iraqê Eric Chevalier pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê, têkiliyên Fransayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, pirsa paşxistina hilbijartinan û rewşa herêmî bi giştî hate gotûbêj kirin.

Her du aliyan girîngiya parastina aramî û seqamgîriya siyasî û emnî ya Iraqiyan ya ji bo seqamgîriya tevahiya Iraqê bi pêdivî zanî û tekez li ser pêkvekarkirina aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê ji bona derbaskirina dijwarî û gefên vê qonaxê kir ku ji bona vê yekê jî divê hemû alî diyaloga avaker û li hevtêgihiştina hevbeş ji xwe ra bikin bingeh.

Her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku Iraqî hêjayî jiyan û paşerojeke baştir in û dikare bi alîkarî û hevkariya dost û civaka navdewletî pirsgirêkan çareser bikin û dijwariyan derbas bikin. Her wiha behsa girîngiya hewlên Serok Macron û Fransayê yên ji bo alîkarîkirin û handana aliyên Iraqê ji bo li hevtêgihiştin û rêkeftina ji bona çareserkirina pirsgirêkan kir.

Têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û girîngiya berdewamiya diyaloga di navbera wan ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan, berfirehkirin û pêşxistina têkiliyên Fransayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê çend mijarên din yên hevdîtinê bûn ku Kunsolê Giştiyê Fransayê yê Herêma Kurdistanê têda amade bû.