Helbûsî, Sûdanî û Feyaz gihîştin Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Encûmena Wezîran a IraqêMihemed Helbûsî ligel namzedê Çarçoveya hevahengiyê yê ji bo postê Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz gihîştin Hewlêrê.

Jêderekî ji nivîsgeha Mihemed Helbûsî ji K24ê re ragihand, îro 10ê Cotmeha 2022an, Serokê Encûmena Wezîran a Iraqê ligel namzedê Çarçoveya hevahengiyê yê ji bo postê Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz gihîştin Hewlêrê.

Ev serdan di demekê de ye, îro salek di ser hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê re derbas dibe û heta niha aliyên Iraqî nekarîne hikûmetê pêk bînin.

Piştî ragihandina encaman, Tevgera Sedir a Şîe, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji hêzên Kurdistanî û Hevpeymaniya Siyade (Azim û Teqedum) a Suneyan piraniya kursiyan bidest xistin.

Roja 27.07.2022an xwepêşandan û aloziyên li Bexdayê li dijî namzedê Çarçoveya Hevahengiyê Mihemed Şiya Sûdanî derketin û daxwaza hilweşandina Encûmena Nûneran û hilbijartinên pêşwext kiribûn, di encam de 30 xwepêşander hatin kuştin û zêdetirî 70 kesên din jî birîndar bûn.

Di 30ê Tebaxa 2022an de jî, Rêberê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir bang li alîgirên xwe kir ku dawî li xwepêşandanan bînin û ji Herêma Kesk derkevin.