Li Silêmaniyê nêzîkî 700 zarok bo nexweşxaneyê hatin veguhestin

Li bajarê Silêmaniyê di nava 24 demjimêran de nêzîkî 700 zarok rakirin Nexweşxaneya Dr. Cemal Ehmed Reşîdî ya Zarokan.

Hewlêr (K24) – Li bajarê Silêmaniyê di nava 24 demjimêran de nêzîkî 700 zarok rakirin Nexweşxaneya Dr. Cemal Ehmed Reşîdî ya Zarokan.

Îro duşemê 10ê Cotmeha 2022yan, Rêveberiya Tendirustiyê ya Silêmaniyê raihand, ligel destpêkirina demsala nû ya perwerdehiyê, zikçûn û şewba demsalî li nav zarokan zêde bûye.

Rêveberê Nexweşxaneya Dr. Cemal Ehmed Reşîdî ya Zarokan, Dr. Pişder Ebdullah ragihand, rêjeya anîna zarokên nexweş bo nexweşxaneyê zêde bûye, ku di nava 24 demjimêrên borî de hejmara wan gelek zêde bûye û ji welatiyan daxwaz dike ku pabendî rênimayên xweparêziyê bibin.

Dr. Pişder Ebdullah diyar kir, tenê di nava 24 demjimêran de nêzîkî 700 zarok bo nexweşxaneyê hatine veguhestin, 137 zarokên nexweş hatine razandin, nêzîkî 70 zarokên xweş di beşa nexweşiyên demdirêj de hatine dîtin û piraniya wan zarokên ku hatin razandin, di beşa lezgîn de bûne.