Amerîka bo welatiyên xwe: Bilez ji Ukraynayê derkevin

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Kîeva paytexta Ukraynayê ji welatiyên xwe daxwaz kir, bi rêya bejahiyê ve bi lez ji Ukraynayê derkevin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Amerîkayê ya li Kîeva paytexta Ukraynayê ji welatiyên xwe daxwaz kir, bi rêya bejahiyê ve bi lez ji Ukraynayê derkevin.

Di daxuyaniyekê de Balyozxaneya Amerîkayê ya li Kîevê diyar kir: “Rûsya lêdana xwe didomîne û gefên rasterast li ser giyanê sivîlan û jêrxana sivîlan a Ukraynayê dirust kirine.”

Balyozxaneya Amerîkayê dibêje: “Divê welatiyên Amerîkayê xwe biparêzin û demildest ji Ukraynayê derkevin û bi rêya bejahiyê ve, xwe bigihînin derveyî Ukraynayê.”

Di vê çarçoveyê de, Wezareta Berevanî ya Rûsyayê ragihand, bi çekên pêşketî pêgeha serkirdetiya serbazî ya Ukraynayê û sîstema pêwendiyan û enerjiya artêşa Ukraynatê têk birine.