Blinken: Alîkariyên me yên serbazî bo Kîevê dê berdewam bin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand, Washington alîkariyên xwe yên aborî, mirovî û serbazî bo Ukraynayê didomîne, da ku Kîev bikare berevaniya xwe bike.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand, Washington alîkariyên xwe yên aborî, mirovî û serbazî bo Ukraynayê didomîne, da ku Kîev bikare berevaniya xwe bike.

Îro Rûsyayê paytexta Ukraynayê û çend navçeyên din mûşekbaran kir, ku piraniya wan deverên niştecîbûna xelkê sivîl bûn.

Li ser vê mijarê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ligel hevtayê xwe yê Ukraynayê, piştevaniya Washingtonê bo Kîevê dubare kiriye.

Antony Blinken li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Piştî êrîşên Rûsyayê bo ser Kîevê, min ligel Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba, piştevaniya Washingtonê bo Kîevê cardin anî ziman.”

Blinken herwiha eşkere kir: “Em di alîkariyên aborî, mirovî û serbazî de ji bo Ukraynayê, berdewam dibin, da ku Kîev bikare berevaniya xwe bike.”