Serbazên Amerîka û Rûsyayê li Sûriyê bi hev re wêne kişandin

Tevî nakokiyên tund ên navbera Amerîka û Rûsyayê li ser mijara şerê Ukraynayê, serbazên wan herdu welatan li Sûriyê bi hev re wêneyan dikşînin.
Serbazên Amerîka û Rûsyayê
Serbazên Amerîka û Rûsyayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî nakokiyên tund ên navbera Amerîka û Rûsyayê li ser mijara şerê Ukraynayê, serbazên wan herdu welatan li Sûriyê bi hev re wêneyan dikşînin.

Ajansa AFPê, wêneyên serbazên Amerîka û Rûsyayê li nêzîkî bajarokê Qehtaniye yê li bakurê rojhilatê Sûriyê belav kirin, ku bi hev re diaxivin û wêneyan dikşînin.

Roja şemiya borî, li nêzîkî kêlgeha petrolê ya parêzgeha Hesekê ya li nêzîkî sînorê Tirkiyê, serbazên Amerîka û Rûsyayê gihiştin cem hev û ji wesayîtên xwe yên serbazî daketin û bi hev re wêne kişandin, ku ev weke dîmeke balkêş tê dîtin.

Herwiha di wêneyan de xuya dikin ku serbazên Amerîka û Rûsyayê bi hev re diaxivin û ti nakokî di navbera wan de xuya nake.

Ev di demekê de ye ku ji ber şerê Ukraynayê, nakokiyên siyasî yên navbera Washington û Moskowê di asteke bilind de ye û tevî sepandina cezayên aborî bi ser Rûsyayê de, Amerîka bi pêşkêşkirina alîkariyên serbazî, piştevaniya Kîevê dike.