Zelensky: Washingtonê tekezî li berdewambûna alîkariyên serbazî kir

Piştî êrîşên mûşekî yên Rûsyayê yên li ser Kîevê, Serokê Ukraynayê ligel Balyozê Amerîka yê li Kîevê civiya.
Serokê Rûsyayê Volodimir Zelensky
Serokê Rûsyayê Volodimir Zelensky

Hewlêr (K24) – Piştî êrîşên mûşekî yên Rûsyayê yên li ser Kîevê, Serokê Ukraynayê ligel Balyozê Amerîka yê li Kîevê civiya.

Serokê Rûsyayê Volodimir Zelensky ragihand, di hevdîtinê de Amerîkayê êrîşên Rûsyayê yên li ser jêrxana aborî ya Ukraynayê bi tundî şermezar kiriye û pabendiya xwe ji bo nasandina Rûsyayê weke encamderê tawanên şer, dubare kiriye.

Zelensky eşkere kir: “Amerîka dê alîkariyên xwe yên serbazî ji bo Kîevê bidomîne.”

Ji aliyê din ve, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Piştî êrîşên Rûsyayê bo ser Kîevê, min ligel Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba, piştevaniya Washingtonê bo Kîevê cardin anî ziman.”

Rûsyayê îro danê sibê paytexta Ukraynayê û çend navçeyên din mûşekbaran kir, ku piraniya wan deverên niştecîbûna xelkê sivîl bûn, ku ji 24ê Sibata borî ve, êrîşên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê berdewam e.