Li Diyarbekirê pêşangeha wênesazên Îtalî hat vekirin
Diyarbekir (K24) - Di Festîvala Çandî ya Rêya Sûrê ya Diyarbekirê de, pêşangeha wênesazên Îtalî bala welatî û hunerhezên wênesazî dikşîne. Kesên serdanê dikin, radigihînin ku wênesazî ji çand û ceribandinên wênesazan xwedî dibin û ji şêwe û zimanê wan yê hunerî jî wênesaz ji xwe re îlham werdigirin.
Li avahiya Hemama Paşa ya Diyarbekirê, 40 berhemên wênesazên Îtalî bi pêşangehekî hatine pêşkêş kirin û ji xwendekarên beşên hunerî heta wênsazên Kurd serdana pêşangehê dikin.
Omer Uguş ê wênesaz ku niha li ser wênesazî master dike, tîne ziman ku di hunera wênsazî de, ew çanda hunermendên ku wêne saz dikin; serekî dibîne û naskirina şêwazên cuda yên hunermendan ji bo her wênesazî jî girîng dinixîne.
Wênesaz Omer Uguş ji K24ê re diyar kir: “Dema em li vê pêşangehê digerin, dibînin ku wêneyên di serdemên cuda de hatine çêkirin û wêneyên ku di salên dawî de hatine çêkirin pêkve hatine pêşkêşkirin. Zêdetir xebatên pentur û klasîk di pêşangehê de cih digirin, lê di wêneyên salên nêzîk de jî bandora çanda populer û peyzajê derdikeve pêş. Di pêşangeha wêneyên min de jî, dikarim bibêjim ku şêwaza peyzajê bi bandor e.”
Xwendekarên beşên hunerî û xwendekarên beşên din ku heza hunera şêwekarî û wênesazî li gel wan heye jî, vekirina pêşangehên wiha girîng dinirxînin.
Xwendekara Beşa Bijîşkiyê Nîmet Akpinar ji K24ê re diyar kir: “Di çalakiyên festîvalê de min ewil serdana pêşangehan kir, ji ber ku wênesazî ji zarokatiya min ve bala min dikşîne. Ez bi xwe bijîşkî dixwînim, lê li mala min boyax û keresteyên min hene û ez xwe bi xwe wêneyan jî saz dikim. Li pêşangehan digerim da ku bibînim ka wêneyên çawa û bi çi şêwazan çê dikin?”
Xwendekara Beşa Şêwekariyên Hunerî Edanûr Seçmen jî got: “Ez li pola yekem dixwînim û serdana pêşangehan ji bo me gelek sûdbexş in. Em bi saya van pêşangehan xet û xêzên hunermendên cuda dibînin û derfetê ku ji hunera hunermendên cuda ceribandin û fêrbûnên nû tomar bikin bidest dixin.”
Di Festîvala Çandî ya Rêya Sûrê ya Diyarbekirê de, li gel çalakî û pêşangehên din; pêşangeha wêneyên wênesazên Îtalî jî hat pêşkêşkirin. Welatî di nav rojê de serdana pêşangehê dikin û li ser van tabloyan xet û xêzên hunermendên Îtalî temaşe dikin.