Nêçîrvan Barzanî û Nadiya Murad rewşa Şingalê gotûbêj kirin
Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Çalakvana Êzidî û Balyoza Niyetpakî ya li Neteweyên Yekbûyî Nadiya Murad li ser rewşa Şingal û Êzidiyên winda, gotûbêj kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsand: “Ez îro bi Çalakvana Êzidî Nadiya Murad re civiyam û me behsa bi hezaran Êzidiyên winda kir.”
Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Me hevahengiya ji bo rizgarkirina Êzidiyên winda gotûbêj kir, herwiha me behsa rewşa Şingalê û hewlên ji bo alîkariya rizgarbûyên komkujiyê kir.”
Nadiya Murad rizgarbûya ji destê DAIŞê ye û weke Balyoza Niyetpakî li Neteweyên Yekbûyî kar dike, herwiha Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirtiye.
Today I met with Yezidi Activist Nadia Murad. We discussed the thousands of still missing Yezidis and importance of coordinating rescue efforts. We also spoke about the situation in Sinjar, and her efforts to help survivors of genocide. pic.twitter.com/lQKSGNjbYD
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) October 11, 2022