Stoltenberg: Serkeftina Rûsyayê têkçûna NATOyê ye

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand, nabe rê ji Rûsyayê re were dayîn ku li Ukraynayê bi ser bikeve, ji ber ku ev dê were wateya têkçûna NATOyê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand, nabe rê ji Rûsyayê re were dayîn ku li Ukraynayê bi ser bikeve, ji ber ku ev dê were wateya têkçûna NATOyê.

Îro sêşemê Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di konferanseke rojnamevanî de diyar kir: “Ez bawer im Rûsya dê çekê atomî li Ukraynayê bi kar neyne.”

Jens Stoltenberg destnîşan kir: “Divê welatên NATOyê ji asta êrîşên Rûsyayê çavvekirî bin.”

Stoltenberg eşkere kir, NATO di rahênanên xwe yên salane de ji bo rûbirûbûna atomî pêngavên ber bi pêşve avêtine, lê belê paşxistin û betalkirina van rahênanan, amajeyeke xelet dide Moskowê.

Herwiha diyar kir: “Hêza serbazî ya NATOyê rêya herî baş e ji bo rêgirtina li her aloziyekê li hember Rûsyayê.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got: “NATO amade ye civîneke lûtkeyî bi rêya vîdeo-konferansê pêk bîne eger pêwîst bike û dikarin di civîna wezîrên derve yên hevpeymaniyê de biryar li ser vê mijarê bidin.”