Mihemed Hacî Mehmûd derbarê erebkirina Xaneqînê de hişyariyê dide

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê hişyarî da ku rewşa Xaneqînê her ku diçe xirabtir dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ragihand, proseya erebkirin li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê berdewam e û Kurd di metirsiyê de ne.

Hacî Mehmûd peyamek arasteyî Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got: “Hikûmeta Iraqê tevî rewşa xirab, nebûna serwerî û nemana şîrazê wek dewlet, nekariye heta niha hikûmetê pêk bîne.”

Got jî: “Tevî vê rewşa xerab a ku tê de ne, hîna wan Kurd ji bîr nekirine. Wezîrê Petrolê û dadgehên rûreşiyê her roj gefan li Herêma Kurdistanê dixwin û pirsgirêkan dirust dikin.”

Dibêje: “Li navçeyên veqetandî (herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê) Kurd ji axa bav û kalên xwe hatine derxistin, ligel wê jî mirî û goristanên Kurdan li wan navçeyan ji yên netewên din zêdetir in. Hûn bi xwe jî dibînin ku dîl hatine girtin û ew pehlewanên ku hatine Xaneqînê gefan li Kurdan dixwin û siyaseta erebkirinê li dijî Kurdan pêk tînin.”

Got jî: ”Di Şerê Ereb û Îsraîl de, piraniya artêşa Iraqê hat girtin û reviyan. Di şerê Îran û Iraqê de bi hezaran leşkerên Iraqê dîl hatin girtin. Di şerê Kuweytê de bi hezaran kes dîl hatin girtin. Niha xwe li ser Kurdên bêçek diceribînin.”

Dibêje: “Eger pabendbûnên hikûmetê hebin û nikaribin hêzê bi kar bînin, daxwazê jê dikim, bila rê bidin hêzên Partiya Sosyalîst, ew ê di nava çend demjimêran de xwe bigihînin Xaneqînê, bajarê têkoşîn, şehîd û berxwedanê û em rê nadin biyanî li Xaneqînê bi cih bibin.”

Xaneqîn bajarekî Başûrê Kurdistanê ye, piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ketiye destê hêzên Iraqî û rewşa wê ya ewlehiyê gelekî xirap e û hewl ji bo guhartina demografiya wê tê kirin.

Berî çend rojan jî Berpirsê Liqê 15 ê PDKê Şêx Cafer Mistefa ji K24ê re ragihandibû, “Prpseya erebkirina Xaneqînê bi awayekî bilez tê kirin. Roj li dû rojê xelkê wê zêdetir rastî zehemtiyan tên. Xaneqîn bûye leşkergehek û li ser hemû koçe û kolanan otomobîleke leşkerî ya tankek rawestiya ye. Xelkê Xaneqînê rastî gefan tên.”