Serokê Libnanê destpêkirina proseya vegerandina koçberên Sûrî ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Libnanê Michel Aoun îro Çarşemê ragihand, proseya vegerandina koçberê Sûrî bo welatê wan, dê hefteya bê dest pê bike.

Serokê Libnanê Michel Aoun îro li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Ji hefteya bê ve, proseya vegerandina koçberên Sûriyê bo welatê wan dê kom bi kom dest pê bike.”

Ev yek piştî wê tê, Hikûmeta demkî ya Lubnanê planek ji bo vegerandina koçberên Sûrî daniye navên ku dê di yekem daneyê de bêne vegerandin jî, hatiye diyarkirin.

Plana rayedarên Libnanî ew e ku her mehê, 15 hezar koçber vegerin, Lê hejmara malbatên ku navên wan hatine tomarkirin, li gorî Wezîrê Koç û Koçberan Îsam Şerefedîn, tenê gihîştiye 460 malbatan.

Şerefedîn bal kişand ser wê yekê ku malbatên ku navê xwe tomar kirine bi awayekî xwebexş ev yek kirine û eger sala perwerdehiyê dest pê nekiriba, dê hejmara wan gihîştiba 4 hezar malbatan.

Li gorî Şerefedîn, Rêveberiya Giştî ya Ewlekariyê 17 ofîs li Lubnanê vekirine ji bo tomarkirina navên kesên ku dixwazin bi awayekî xwebexş vegerin.

Li gorî UNHCR, Lubnan mêvandariya 1.5 mîlyon koçberên Sûrî dike, 880 hezar ji wan li Komîseriya Bilind a Koçberan hatine tomar kirin û 400 jî karker in.