Putîn: Em dikarin ji bo Ewropayê navendeke gaza sirûştî li Tirkiyê ava bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Putîn di Konferansa Hefteya Enerjiyê ya Rûsyayê de axivî û got: Em dikarin ji bo Ewrûpayê, li Tirkiyê navendeke mezin ya gaza sirûştî ava bikin.

Hewiha Putîn êrîş û sabotajên pêk tên yên li dijî her du xetên bakur yên gaza sirûştî (north stream 1 - north stream 2) ku ev proje ji bo veguhêstina gaza sirûştî ya Rûsyayê bo Ewropayê hatiye sêwirandin jî wekî "çalakiyên terorî yên navdewletî" destnîşan kir.

Putîn derbarê qerana enerjiyê de jî ragihand; di zêdebûna bihayên enerjiyê de ku li Ewropayê pêk hatiye û bûye sedem ku bihayê enerjiyê bilind bûye, ti pêwendiya Rûsyayê tune ye.

Pûtîn ku Rojava bi "pêşxistina krîza enerjiyê ya cîhanî" sûcdar kir û got ku tevî cezayan, Rûsya plan dike ku hilberîn û hinardekirina neftê heta sala 2025an di asta heyî de bihêle.