Bafil Talebanî daxwazekê ji Çarçoveya Hevahengiyê dike
Hewlêr (K24) – Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî daxwazekê ji Çarçoveya Hevahengiyê û hevpeymanên din ên YNKê dike û dibêje: “Her wek çawa di demên dijwar de em ligel we bûn, hûn jî ligel me bin.”
Bafil Talebanî li ser hesabê yê xwe yê Twitterê diyar kir: “Em ji birayên xwe yên ezîz ên li Çarçoveya Hevahengiyê û hevpeymanên din ên YNKê daxwaz dikin, her wek çawa di demên dijwar de em ligel we bûn, hûn jî ligel me bin.”
Serokê YNKê Bafil Talebanî herwiha dibêje: “Bawermend pabendî peymanên xwe ne.”
Ev twîta Serokê YNKê Bafil Talebanî piştî wê yekê tê, ku biryar e sibe pêncşemê 13ê Cotmeha 2022yan, Parlamentoya Iraqê derbarê diyarkirina Serokomarê Iraqê de bicive.