Leşkerekî Tirkiyê di operasyonê de hat kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, di encama teqîna teqemeniyekê de leşkerekî wan li devera operasyona Pence-Kilîd hatiye kuştin.
Leşkerên Tirkiyê
Leşkerên Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, di encama teqîna teqemeniyekê de leşkerekî wan li devera operasyona Pence-Kilîd hatiye kuştin.

Îro 12ê Cotmeha 2022ê ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ve hat ragihandin, leşkerekî wan ê bi navê Îbrahîm Han  li devera operasyona Pence-Kilîd, ji ber teqîna teqemeniyekê hatiye birîndar bûye.

Wezaretê eşkere kiriye ku piştî bûyerê leşker bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin, lê tevî hewldanan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Artêşa Tirkiyê ji roja 18ê Nîsana 2022an ve, li deverên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Herêma Kurdistanê de dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîd kiriye.