Letîf Reşîd piraniya dengan bi dest anî û dengdan diçe gera duyemîn

Bi amadebûna 277 parlamenteran, dengdana nehênî ya ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê hate kirin û di gera yekem de, Letîf Reşîd piraniya dengan bi dest xistin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna 277 parlamenteran, dengdana nehênî ya ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê hate kirin û di gera yekem de, Letîf Reşîd piraniya dengan bi dest xistin.

Seroka Firaksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî ji K24ê re ragihand, di gera yekem a dengdana nehênî de Letîf Reşîd (157) dengên parlamenteran û Berhem Salih jî (99) bi dest xistin, ji berk u ti namzedekî dengên pêwîst bi dest neanîn, dengdan dê biçe gera duyem.

Li gorî yasayê, her namzedek di gera yekem de 220 dengan bidest bixe, dê bibe serokomar, eger na, dengdan dê biçe gera duyem.

Rêbar Ehmed namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo hilbijartinên serokomariya Iraqê, beriya destpêkirina civîna Parlamentoya Iraqê, xwe ji namzediyê vekişandibû.

Di daxuyaniyekê de Polîtburoya PDKê ragihand, ji bo serxistina proseya hilbijartina Serokomarê Iraqê û damezirandina kabîneya nû ya Hikûmeta Federal, namzedê xwe yê ji wî postî, Rêber Ehmed vedikişîne.

Her yek ji fraksiyonên PDK, Dewleta Yasa, Hevpeymaniya Siyade piştgiriya xwe ji bo Letîf Reşîd bo wergirtina postê Serokomarê Iraqê ragihandine, li hember wan, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî namzedkirina Berhem Salih bo postê Serokomarê Iraqê dubare kiriye.