Suleyman Soylu li Diyarbekirê: Me gelek pirsgirêk çareser kirin

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu li Diyarbekirê got; ji beriya desthilatdariya AK Partiyê gelek fişar li ser kurdan hebûn, lêbelê bi hewldanên Erdogan dawî li wan fişaran hat.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu li Diyarbekirê
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu li Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu li Diyarbekirê got; ji beriya desthilatdariya AK Partiyê gelek fişar li ser kurdan hebûn, lêbelê bi hewldanên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dawî li wan fişaran hat û êdî kurd dikarin bibêjin ‘em kurd in’.

Suleyman Soylu diyar kir: “Serokomarê me Recep Tayîp Erdogan dê roja Şemiyê bê Diyarbekirê. Her gava ku Serokomarê me yê rêzdar tê Diyarbekirê gelek mizgîniyan dide. Em bawer in dê dîsa hin mizgîniyan bide.”

Soylu dibêje: “Ev der bajarê eshabe û pêxemberan e. Aramiya li vir bandorê li Iraq, Sûriye, Erbîl, Bexda, Şam, Heleb, Efxanîstan û Pakîstanê jî dike. Me gelek pirsgirêk jiyan, lê belê me sebir kir û me gelek ji van pirsgirêkan çareser kirin.”

Herwiha diyar kir: “Her kes niha dikare bi nijada xwe pesnê xwe bide, kurd dikare bibêje ez kurd im; ev şoreşek e. Oldar nediwêriyan bêjin ew oldar in, Elewiyan behsa xwe nedikirin, lê îro her kes bi azadî xwe îfade dike. Em neviyên Mewlana, Hecî Bektaş, Îdrisê Bidlîsî û Ehmedê Xanî ne. Em mileteke mezin in. Hêj gelek karên ku em bikin mane.”