Ewrûpa bo Putin: Em ê artêşa te ji holê rakin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borrell di egera bikaranîna çekê atomî de li dijî Ukraynayê, gefê li Putin dixwe û dibêje: “Em ê artêşa te ji holê rakin.”
Josep Borrell bersiva gefên Serokê Rûyayê Vladimir Putin da û ragihand: “Eger tu bi cidî bî û çekê atomî bi kar bînî, Yekîtiya Ewrûpayê, Amerî û NATO bi cidî ne û artêşa te dê ji holê rakin.”
Borrell diyar kir: “Gefa bikaranîna çekê atomî heye û Putin dibêje ez rast im. Lê divê ev yek zelal be ku Ukrayna û ewên piştevaniya wê dikin (Yekîtiya Ewrûpayê, Amerîka û NATO) jî bi cidî ne.”
Herwiha dibêje: “Her cûre êrîşeke atomî ya li dijî Ukraynayê, dê bersiva wê hebe, ne tenê bi atomî, bi awayekî bersiva serbazî dê hebe ku artêşa Rûsyayê ji holê rake.”