Kîev: Îranê 2400 dron dane Rûsyayê

Kîev Îranê bi şandina firokeyên bêfirokevan û tîmên şêwirmend ên Supaya Pasdaran bo Rûsyayê tometbar dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Kîev Îranê bi şandina firokeyên bêfirokevan û tîmên şêwirmend ên Supaya Pasdaran bo Rûsyayê tometbar dike, ku bûye sedema zêdebûna rêjeya êrîşan li ser jêrxana Ukraynayê.

Şêwirmendê Ofîsa Serokê Ukraynayê Mikhailo Podolyak li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye: “Ji bo wêrankirina jêrxana jiyan û serbazî ya Ukraynayê, Îran 2400 dron û rahênerên Supaya Pasdaran şandine Rûsyayê.”

Mikhailo Podolyak diyar kiriye: “Bi rêyê ve, Îran jêrxana xwe ya serbazî bi hêz dike, gelo welatên cîhanê pêngavên Îranê nabînin, gelo çima sîstema dijî mûşekan nadin Kîevê.”

Beriya niha desthilatdarên Ukraynayê ragihandibûn, Rûsya bi rêya firokeyên bêfirokevan ên Şahid 136 ên Îranê ve, hejmarek êrîş li dijî çend armancên Ukraynayê kirine, ku ji Belarusê ve êrîş hatine encamdan, lê Moskowê ev îdia red kiriye.