HTŞ Efrînê kontrol dike.. Guhartina nexşeya meydanî û bêdengiya Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Heyet Tehrîr El-Şamê piştî şer û pevçûnên di navbera grûpên çekdar ên ser bi Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) a Tirkiye piştevaniya wan dike de, roja 13ê Cotmeha 2022an derbasî bajarê Efrînê bû, bi vê yekê re jî nexşeya meydanî hat guhartin, bi vî awayî jî, Tehrîr El-Şam” hejmûna xwe li herêma operasyona Tirkiyê “Şaxê Zeytûnê” di nava bêdengiyeke Tirkî de berfireh dike.

Herêma Efrîn ku ji 18ê Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi Îtîfafê ve hatibû dagîr kirin û ji aliyê îdarî ve ser bi Hikûmeta Demkî ya Opozîsyona Sûriyê bû, piştî şerê di navbera grûpên çekdaran bi xwe de, Heyet Tehrîr El-Şamê roja 12ê Cotmehê derbasî nahiya Cindirêsê bû û roja 13ê Cotmehê bajarê Efrînê kontrol kir.

Heyet Tehrîr El-Şam piştgirî da grûpên çekdar ên wekî “Firqeya El-Hemzet û Firqeya Silêman Şah” û şer li dijî grûpên Feyleqa Sêyem yên wek Cebhe El-Şamiyê û Ceyş El-Îslam kir.

HEYET TEHRÎR EL-ŞAM Û FEYLEQA SÊYEM AGIRBEST RAGIHANDIN

Piştî şer û aloziya çend rojan, Heyet Tehrîr El-Şam û Feyleqa Sêyem îro di daxuyaniyeke hevbeş de li ser 9 xalan li hev kirin û agirbest ragihandin. Li gor hin xaleke din a daxuyaniyê jî, çekdarên Feyleqa Sêyem dê vegere baregehên xwe yên jê derketine.

Li gorî zanyariyan, di encama van şer û aloziyan de, 2 jin û zarokekî li Efrînê hatin kuştin û zêdetir ji 10 sivîlan birîndar bûn. Rewşeke tirs û xofê di nava welatiyan de derketiye û ji malên xwe dernakevin. Hat ragihandin, dora 170 girtiyan ji zîndana Efrînê reviyan.

HELWESTA TIRKIYÊ LI HEMBER GUHERÎNÊN LI EFRÎNÊ

Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê) ku baskê El-Qaîde li Sûriyê ye, ji aliyê Tirkiyê ve jî ketiye nav lîsteya rêxistinên terorîst, li gorî çavdêran, Tirkiyê bêdengî li hember pêşhatên leşkerî yên vê dawiyê hilbijart, ew jî tê wê wateyê ku ew ji berfirehbûna “Tehrîr El-Şam” a ku weke xeteke sor dihat dîtin, razî ye.

Çavdêrên siyasî destnîşan kirin ku guhertina nexşeya kontrolê li bakurê Sûriyê bi ne bê agahadarbûna Tirkiyê rû dide, belkû rengvedana daxwaza wê ye ku eger têgihiştineke nû yan asayîkirina pêwendiyên di navbera Tirkiye û Sûriyê de bi navbênkariya Rûsyayê pêk were, wê demê tenê hêzeke wek Tehrîr El-Şamê li herêmên bakurê Sûriyê hebe. Her wiha Tirkiye dixwaze herêmên li bakurê Sûriyê yên di bin kontrola wê de ne bike yek ta ku plana xwe ya vegerandina milyonek penaberên Sûrî bibe serî.

ENKS BANG LI TIRKIYE Û CIVAKA NAVDEWLETÎ DIKE

Ji aliyê xwe ve Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) derbarê pêşhatên li Efrînê de duhî 14ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ragihand, Heyet Tehrîr El-Şamê (Nusra) a di lîsteya terorist de bi bihenaya piştevaniya hin grûpên “Emşat û Hemzat” bê şerekî giran derbasî Efrînê bû û kontrol kir, bi vê yekê re metirsî li ser xelkê Efrînê zêde bû.

Her wiha ENKSê bang li Tirkiye û civaka navdewletî kir, çekdarên Tehrîr El-Şam ji Efrînê derxînin û şerê li wê deverê bidin rawestandin û divê koçber bi selametî vegerin ser cih û warê xwe û rêveberiya deverê jî radestî xelkê wê yê resen were kirin.

HSD: HTŞ JI BER SEDEMÊN MEYDANÎ Û SIYASÎ KET EFRÎNÊ

Ji aliyê xwe ve jî, Rêveberê Navenda Ragihandinê ya HSDê Ferhad El-Şamî, li ser hisabê xwe yê Twitter belav kir, cudahî di navbera girûpên çekdarê tune ne û ew hemû dagirker in. Girtina Efrînê ji aliyê Heyet Tehrîr El-Şamê ve ji ber sedemên meydanî û siyasî ne û bi erêkirina Tirkiyê bû.

Bal kişand ser wê yekê jî ku armanca şerên vê dawiyê li Efrînê libakirina  tozê ye ji bo veşartina rola Tirkiyê di veguherandina herêmê bo devereke ewle ji DAIŞ û El-Nusra re, ta ku careke din derbasî hundirê Sûriyê bibe.