Hunermend Ezîz Weysî ji aliyê hêzên Îranî ve hat desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê Ezîz Weysî li bajarê Ciwanro ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hate desteserkirin.

Rêxistina “Hingaw” a Mafên Mirovan belav kir, hunermend Ezîz Weysî îro Şemiyê 15ê Cotmeha 2022an, li bajarê Ciwanro ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hate desteserkirin.

Wê rêxistinê sedema desteserkirina Ezîz Weysî ji bo belavkirina stranekê vegerandiye ku tê de piştevaniya xwe ji bo xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê nîşan daye.

Hunermendê Kurd Ezîz Weysî yek ji hunermendên Rojhilatê Kurdistanê yên navdar e û di salên borî de gelek konser li Herêma Kurdistanê û cîhanê saz kirine.