Efrîn.. Rûsya baregehên çekdarên ser bi Tirkiyê ve bombebaran dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Çiyayên navçeya Şera ya Efrînê ji aliyê firokeyan ve hatin bombebarankirin.  Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan dibêje, baregehên grûpa Feyleqa Sêyem a opozîsyona Sûriyê ji aliyê firokeyên Rûsî ve hatine bombebarankirin.

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, firokeyan çiyayên gundên Metîna, Qitme, Dêr Siwan û Kefir Cenê yên li navçeya Şera ya Efrînê bi 5 mûşekan bombebaran kirin.

Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, firokeyên şer ên Rûsî baregehên grûpa Cebhe El-Şamiyê û Siqor El-Şemal yên di navbera gundên Qitme û Baflûnê yên navçeya Şera bombebaran kirin.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, di encamê de 2 çekdar hatin kuştin û 9 çekdar jî birîndar bûn. Her wiha hîn jî firokeyên Rûsyayê li asmanê herêma Efrînê digerin.

Ev yek di demekê de ye, grûpa Heyet Tehrîr El-Şam (Nusra) ji roja 11ê vê mehê ve derbasî herêma Efrînê bûye, 13ê vê mehê ve bajarê Efrînê ji çekdarên Feyleqa Sêyem kontrol kir û gihîştiye nêzîkî gundê Kefer Cenê.

Li gor zanyariyan jî, Şandeke Heyet Tehrîr El-Şam gihişte bajarê Ezazê û ligel serkirdayetiya Feyleqa Sêyem li nêzîkî deriyê sînorî yê bi Tirkiyê re (Bab El-Selame) civiya, bêyî ku agahî li ser encamên wê civînê heta niha bên zanîn.