5 sal di ser bûyerên 16ê Cotmehê re derbas dibin

Di wê rojê de bajarên Kerkûk, Xurmatû, Xaneqîn û beşeke mezin a Kurdistanê ji aliyê grûpên milîs ên bi piştevaniya derve ve hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Pênc sal bi ser bûyerên 16ê Cotmeha 2017an re derbas bûn ku di encamê de hejmarek Pêşmerge û welatiyên navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê şehîd û birîndar bûn. Ji bilî ziyanên madî yên ku gihiştine welatiyên Kurd li navçeyên dagîrkirî, zêdetirî 200 hezar welatiyên Herêma Kurdistanê koçber bûn, Beşek ji wan jî heta niha venegeriyane ser cih û warên xwe û nehatine qerebûkirin jî.

Di 16ê Cotmeha 2017ê de komeke nav Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ligel grûpên milîsên Iraqî li dijî berjewendiyên Herêma Kurdistanê li hev kirin û bû sedema êrişan li ser navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê. Di wê rojê de bajarên Kerkûk, Xurmatû, Xaneqîn û beşeke mezin a Kurdistanê ji aliyê grûpên milîs ên bi piştevaniya derve ve hatin girtin.

Di 16ê Cotmehê de, hejmarek welatiyên Kurd şehîd û birîndar bûn û nêzîkî 200 hezar kes jî koçberî Herêma Kurdistanê bûn, ku beşek ji wan heta niha venegeriyane malên xwe. Her wiha gelek malên Kurdan hatin teqandin û şewitandin. Li gor amarên Rêxistina Cemawerî ya Xurmatû, di 16ê Cotmeha 2017an de, 88 xanî hatine teqandin, zêdetirî 300 xanî hatine şewitandin û nêzîkî 2 hezar û 500 xanî jî hatine talankirin. Du bazarên mezin jî piştî talankirinê, hatin şewitandin. Li Kerkûk û çend deverên din, baregehên partiyên siyasî bi taybetî baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatin talankirin û piştre hatin şewitandin.

Piştî du rojan ji bûyerên 16ê Cotmehê, Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî ku wê demê Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê bû, di peyamekê de got: “Berpirsiyarê karesatên Kerkûk û Xurmatûyê, di stûyê kesên negihîştî yên YNKê de ye.”

Piştî 16ê Cotmeha 2017an, êrişên li ser navçeyên Kurdistanî berdewam bûn, lê Pêşmergeyên Kurdistanê di 20ê Cotmeha 2017an de li Pirde û Sihêla sînorek ji êrişên çekdarên Heşda Şeibî re danîn û destaneke berxwedanê ya dîrokî tomar kirin û êrişên li ser Herêma Kurdistanê bi dawî anîn.

Her wiha di hilbijartinên 10ê Cotmeha 2020an de, welatiyên Kurd di proseyeke demokratîk de helwesta xwe nîşan dan û di hilbijartinên giştî yên xula pêncem a Parlamentoya Iraqê de tola xwe hildan û dengê xwe nedan kesên destê wan di van bûyeran de hebû û ew ceza kirin.