Washingtonê piştevaniya xwe ji bo Hêzên Pêşmerge dubare kir

Wezîrê Pêşmerge ragihand, derbarê protokola li hevtêgeheştina di navbera Wezareta Berevaniya Amerîka û Wezareta Pêşmerge de, li gel fermandarê giştî yê Hêzên Hevpeyman li Iraq û Sûriyê gotûbêj kirine.

Hewlêr (K24) - Wezîrê Pêşmerge ragihand, derbarê protokola li hevtêgeheştina di navbera Wezareta Berevaniya Amerîka û Wezareta Pêşmerge de, li gel fermandarê giştî yê Hêzên Hevpeyman li Iraq û Sûriyê gotûbêj kirine.

Roja 16ê Cotmeha 2022yan, Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl li ser hesabê xwe yê facebookê nivîsand: “Me di civîna li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpemanan li Iraq û Sûriyê Matthew McFarlane de gotûbêja proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge kir û me tekezî li pêngavên çaksaziyê û rêkxistina hêzên Pêşmerge kir.’’

Di beşeke din a daxuyaniya Wezîrê Pêşmerge de hatiye destnîşankirin: “Derbarê protokola li hevtêgeheştinê ya di navbera Wezareta Berevaniya Amerîka û Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî me gotûbêj kirin û ji bo tekoşîna li hember terorîstên DAIŞê li navçeyê û li hember rawestana hemû wan metirsiyên rastî herêma me hatine de ji bo piştevaniya wan min spasiya gel û hikûmeta Amerîkayê kir.”

Ji aliyê xwe ve General Matthew McFarlane jî piştevaniya Hêzên Hevpeyman a ji bo Wezareta Pêşmerge dubare kir.