Çend navçeyên Kîevê bi dronan hatin bombebarankirin

Artêşa Rûsyayê çend navçeyên bajarê Kîeva paytexta Ukraynayê kirin armanc.
Bombebarana Kîevê 17/10/2022 – Wêne: AFP
Bombebarana Kîevê 17/10/2022 – Wêne: AFP

Hewlêr (K24) – Artêşa Rûsyayê çend navçeyên bajarê Kîeva paytexta Ukraynayê kirin armanc, ev di demekê de ye ku şeva borî jî heft navçeyên din ên Ukraynayê hatibûn bombebarankirin.

Serokê Şaredariya Kîevê Vitali Kliçko ji medyaya welatê xwe re ragihandiye, ji ber bombebaranên Rûsyayê agir li saziya enerjiyê ya Dnipro ketiye û ziyan gihîştiye çend avahiyên Kîevê.

Vitali Kliçko eşkere kiriye ku bombebaran bi firokeyên bêfirokevan ên Îranê hatine kirin.

Şeva borî jî firokeyên şer ên Rûsyayê çend navçeyên Ukraynayê bombebaran kirin û zirar û ziyanên maddî gihandin wan navçeyan.

Bombebarana Kîevê 17/10/2022 – Wêne: AFP
Bombebarana Kîevê 17/10/2022 – Wêne: AFP